Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Comey: Ez jiber Vekolîna Rûsya Hatim Qewitandin


Dîrektorê berê yê Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) James Comey, di beyana xwe ya li Komîsyona Îstixbaratê ya Senato de dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ji wî dilsozî xwestîye.

Comey da zanîn ku rêvebirîya Trump derbarê wî û FBI derewan dike.

"Li gor min, ez jiber vekolîna Rûsya ji kar hatim qewitandin. Dixwestin ku berê vê vekolînê bi awayekî biqulibînin cîhekî din, loma ez hatim qewitandin" Comey got.

Comey dîyar kir ku Trump ji wî re ye gotîye ku Şêwirmendê Kevn yê Ewlekarîya Neteweyî Michael Flynn "yekî baş e" û li bendê bûye ku vekolîna derbarê wî were girtin.

Comey da zanîn ku ew ser van gotinên Trump aciz bûye û tevî ku Trump wek ferman negotibe jî wî gotinên serok wek ferman fehm kiriye.

Rêvebirê kevn dîyar kir ku ew hêvî dike ku tomarên dengî yên hevdîtinên bi Trump re hebin. Comey da zanîn ku ser gumana "derewkirina Trump", wî piştî hemî hevdîtinan not girtine.

Comey bi berdewamî got ku ti gumana wî ser maytekirina Rûsya ya di hilbijartina Amerîka de tune.

Dîrektorê kevn da zanîn ku Serok Trump, di hevdîtineke 30'ê Adarê de vekolîna Rûsya wek "ewreke li ser wî" bi nav kiriye û ji wî re gotîye ku bo ewr were rakirin divê çi were kirin.

Comey di îfadeya xwe de dîyar kir ku Trump û alîkaran xwestine ku wî û seroktîya FBI reş bikin got ku "hemî tiştên derbarê min hatin gotin derew bûn"

XS
SM
MD
LG