Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Çima li Mala Trump ya li Florida Lêgerîn Kir?

Xanîyê Donald Trump ya li Mar-a-Lago ya li Palm Beach, Florida.
Xanîyê Donald Trump ya li Mar-a-Lago ya li Palm Beach, Florida.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê got ku karmendên Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) avêtine ser xanîyê wî ya Mar-a-Lago ya li Palm Beach, Florida û li nava male lêgerîn kirine.

"Mala min a bedew, Mar-A-Lago li Palm Beach, Florida niha di bin dorpêçê de ye, ji hêla komek berfirehe ya karmendên FBI ve hatî dagir kirin."

Trump dîyar kir ku karmendên FBI sindoqa wî ya ewle jî vekiriye ku tiştên wî yên taybet li wir dihatin parastin.

"Piştî karkirin û hevkarîya bi sazîyên têkildar yên hikûmetê, ev serdegirtina bêagahdarkirin ya li ser mala min ne pêdivî û guncaw bû," Trump bi berdewamî got.

Eric Trump, ku yek ji kurên serokê berê ye, ji Fox News re got ku lêgerîn ser belgeyên ku Trump ji Qesira Sipî bi xwe re anîbûn hatiye kirin û ku bavê wî bi mehan e di vê mijarê de bi Arşîvên Netewî re hevkarîyê dike.

Wezareta Dadê ya Amerîka, Navenda FBI li Washington û ofîsa wê ya li Miami li ser lêgerînê ti şîrove nedane.

Rêvebirîya Arşîv û Tomarên Netewî ya Amerîka di destpêka vê salê de ragihandibû ku wan li mala Trump ya li Mar-a-Lago 15 sindoqên belgeyên nepenî dîtine.

Tê zanîn ku Wezareta Dadê ser belge û tomarên fermî yên seroktîyê, ku Trump bi xwe re birine mala xwe ya li Florîda, lêpirsînêke didomîne.

Li gor qanûneke federalî ya bi navê Qanûna Tomarên Seroktîya Amerîka dive bîranîn, name, not, e-maîl, faks û belgeyên din yên nivîskî yên girêdayî erkên fermî yên serok werin parastin.

Li gor medya Amerîka lêgerîna karbidestên FBI ya li mala Trump ya li Florîda jî bi vê lêpirsînê ve girêdayî ye.

Li Amerîka, bo lêgerînek li avahî yan malekê taybet dive ji hêla dadwerekî ve were pejirandin, piştî ku sazîya dadmendî ya lêpirsînê bo hewcebûna lêgerînê sedemeke girîng nîşan dide.

Alîgirên Trump, Demokratan tawanbar dikin ku bi rêkên burokrasîya federalî wî armanc dikin.

Karbidestekî Qesira Sipî got ku Biden di derbarê lêgerînê de pêşdemî nehatiye agahdar kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG