Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Pêşnîyar Dike ku Vaksîna COVID Salane Were Dayîn


Karbidestên saxlemî yên Amerîkî îro Duşemê pêşnîyar dikin ku vaksînên COVID-19 jî mîna yên nexweşîyên zivistanê her sal werin dayîn.

Rêvebirîya Xwarin û Dermanê ya Amerîkî (FDA) dibêje ku divê ew nêzîkbûna vaksînlêdanê hêsantir bikin ku pirtir mirovên giheştî û zarok her sal vaksînê li xwe bidin û xwe ji vîrusên guherbar biparêzin.

FDP dîyar dike ku ger ew pêşnîyar bi cîh were, wê nema hewce be ku Amerîkî li em xwe tomar bikin çend caran û kengî vaksîn li xwe dane, derzîyê hêzker wergirtine yan ne.

Pêşnîyara FDA di vê demê de tê ku % 80 Amerîkîyan herî kêm dozeke vaksînan li xwe daye, lê ji kesên ku xwedîyê mafê vaksîna xurtker in, tenê % 16 ji wan ew vaksîn wergirtiye.

Li ber e ku FDA roja Pêncşemê li paneleke derveyî bipirse ku ew jî nêrîna xwe ya derheqa vê pêşnîyarê ragihîne û li gor wê biryara vaksînlêdena siberojê bide.

XS
SM
MD
LG