Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendên FDA Perpûna Vîrusa Korona ya Pfizerê Pejirandin


Civata şêwirmendên Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) biryar da ku perpûna vîrusa korona ya Pfizerê di rewişên demûdest de were karanîn.

Bi biryara civata şêwirmendên FDA re li ber e ku li Amerîka peyvajoya karanîna perpûna vîrusa korona destpê bike.

Ew civata FDA roja Pêncşemê bo serlêdana pejirandinê ya Pfizerê kom bû.

Di rûniştina şêwirmendên FDA de, ku li ser Youtube jî bi awayekî zindî hat weşandin, şêwirmend bi pisporên serbixwe re axifîn.

Şêwirmendên FDA di serê hefteyê de bi lêkolînên bi hûrgilî dîyar kiribûn ku perpûna Pfizerê di krîteran de serketî ye.

Wan şêwirmendên FDA li hember 4 dengan bi 17 dengan biryar da ku perpûna vîrusa korona bo kesên temenên wan ji 16’an mezintir bi bandor e û ewle ye. Di dengdanê de bi tenê şêwirmendekî erênî yan neyênî deng neda.

Çaverê ye ku FDA li gor pêşnîyaza şêwirmendan karanîna perpûna vîrusa korona bipejirîne.

Civata şêwirmendên FDA dê di 17’ê Berfanbarê de jî bo serlêdana Moderna ya bo perpûna vîrusa korona kom bibe.

Li ber e ku li Amerîka di qonaxa pêşî de perpûnên vîrusa korona bo 21 mîlyon karmendên saxlemîyê û kal û pîran werin karanîn.

XS
SM
MD
LG