Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) ya Amerîka îro Çarşemê dîyar kir ku vaksîna COVID – 19 ya Johnson & Johnson pîvanên jibo destûra karanîna lezgîn dabîn dike.
Komîteya Vaksînan û Berhemên Biyolojîkî yên FDA ragihand ku li gor raporteke nû ya ku ji wan re hatîye pêşkeş kirin, vaksîna Johnson & Johnson dijî bûyerên Covid-19 yên sivik, giran, krîtîk yên li seranserê hemî heremên cîhanê, 14 roj piştî vaksînkirina bi yek dozê ji % 66.9 bi bandor e û 28 roj piştî vaksînkirinê jî ji % 66.1 bi bandor e.
"Di warê analîzên ji hêla temen, nîjad, etnîkî, bijîşkî ve, an pêketinên berê ya SARS-CoV-2, ti fikarên ewlehîyê yên taybetî nehatine dîtin," raportê got.
Komîteya pisporên serbixwe ya FDA ewê roja Înê bicivin da ku ev raportên nû bi nirxîne û di derbarê destûra karanîna vaksîna Johnson & Johnson de biryarê bide.
Vaksîna Johnson & Johnson dozek e û çaverê ye ku bi wê kempeyna vaksînê ya li Amerîka zûtir bimeşe.
Amerîka berê bo vaksînên Pfizer/BioNTech û Moderna destûr dabû ku ew du doz in, û 90 ji sedê bi bandor in.