Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Têkiliyên PDK: Em Ragihandina Fedralîzma Kurdên Sûriyê Pîroz Dikîn


Kamal Kerkuki

Dr. Kemal kerkukî berpirsê têkliyên Partî Demokratî Kurdistan PDK di hevpeyvîna li gel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, got" Em weke Partî Demokratî Kurdistan ragihandina Fedralîzmê ya birayên xwe li Rojava pîroz dikîn".

Kerkukî da zanîn ku gelê kurd weke her gel û miletekî mafê biryardanê heye kanê ewê çarenivîsa xwe çawan biryar bide, Yekêtiya Netewan û cara gerdonî ya mafên mirov biryara xwebirêvebirinê, serxwebûn û her mafekê din jibo her miltekî rast dibîne, ku ew millet liser axa xwe, xwedî zimanê xwe, xwedî dîrok û kultura xwe be, mafê wî heye kanê çi dixwaze, wê biryara bide.

Dr. Kemal kerkukî herwiha derheqa pirsa hun jibo wan grupên opozisyona Sûrî yên li dij ragihandina Fedralîzmê daxuyanî dane, çi dibêjin? ,

Kerkukî got" Ew grupên ne demokratî xwazin, ew her tim liser riya nijadperistiyê tevdigerin".

Wek tê zanîn roja 17î Adarê li bajarê Romêlan li bakurê Civata Sûrî ya Demokratîk ku, kurd di nava wê civatê de hêza sereke ne, bi şêweke fermî Fedralîzima bi navê (Federaliya Demokratîk Rojava – Bakûrê Sûriyê), ragihand, di daxuyaniya xwe de, dane eşkere kirin ku, ew sîstema fedralîzmê jibo herêma bakûrê Sûriyê û Rojava guncaw dibînin, ewê fedralîzim bibe bingeha Demokratiyî û wekheviyê di Sûriyeke dahatî de.

Hevpyvina li gel Dr. Kemal Kerukî berpirsê têkiliyên derve yên partî demokratî Kurdistan, serokê berê yê parlemena herêma Kurdistanê û berpirsa niha yê Eniya rojavayê kerkukê yê şerê li dij Daişê guhdarî bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG