Operasyona Tirkîyê û komên çekdar ya dijî bajarên Kurdan yên bakurê Sûrîyê ket roja duyan. Tirkîye piştî êrîşên ezmanî û êrîşên topan dest bi operasyona bejahî jî kir.
Piştî operasyona Tirkîye, Fransa, Almanya, Îngiltere jî di nav de gelek welatên Ewrupî bertek nîşanî vê operasyonê da.
Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan jî di daxuyanîyekê xwe ya îro de bertek nîşanî welatên Ewrupa da û wiha got:
“Eger hûn operesyona me wekî dagirkerî bi nav bikin karê me hêsan e. Em ê derîyan vekin û 3,6 milyon penaber di ser we de rêkin” Nûçe li ser vê yekê ye. Deng, nivîs û wêne li jêr in.
Rojnamevan Fehîm Işik dibêje ku Tirkîye bi êrîşên xwe yên niha dixwaze herema Qamişlo û Kobanê ji hev veqetîne.
“Piştre wê herema ku bere ji alîyê rejîma Esad ve wek kembera Ereban hatîbû tayin kirin. Niha Tirkîye dixwaze bi rengeke din bike çembera çeteyên xwe. Ew alîyên ku heta niha bi Tirkîyê re bi rêve çûne dixwaze wan bicîh bike. Bi vê jî eger Tirkîye di şer de ser bikeve wê Kurdan ji hev veqetîne.”