Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînî Daxwaza Dewletê û Îsraîl Daxwaza Danûnstandinên Aştîyê Dikin


Felestînî Daxwaza Dewletê û Îsraîl Daxwaza Danûnstandinên Aştîyê Dikin
Felestînî Daxwaza Dewletê û Îsraîl Daxwaza Danûnstandinên Aştîyê Dikin

Rêberê Felestînî Mahmoud Abbas roja Înê ji Neteweyên Yêkgirtî daxwaz kir pênasînê bi dewletek Felestînî bike, herçend Amerîka û Îsraîl dijî hindê ne.

Di gotara xwe de li Civata Giştî ya Neteweyên Yêkgirtî, serokê Desthildariya Felestînî Îsraîl bi “ hêza dagîrkar“ da nasîn.

Rêzdar Abbas got jiber berfreh kirina akîncgehên Îsraîlî li deverên Felestînê, prosa aştîyê sernekeft, û bu eger ku Felestînîyan çi bijarên din nebin jibilî ku ji layê xweve daxwaza dewletê bikin. Wî got berdewambuna Îsraîlî li ser avakirina akincîgehan gefeyeke li ser hebûna Felestînî.

Rêzdar Abbas got çi kesê ku wijdan hebit dijî daxwaza Felestînîyan bo dewletê narawestit. Bo wî gelek dest hatin qutan demê wî kopîya daxwaznamê bilind kirî ku pêşkêşî sekretarê NY Ban Ki-moon.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu paşî di gotarekê de pêşnîyaz kir ku demûdest danûstandinên aştîyê li Neteweyên Yêkgirtî bên destpêkirin, heke herdu alî dirijd bin bigehine rêkeftinê. Wî helwêsta Îsraîlê dubare kireve ku aştî bi biryarên Neteweyên Yêkgitî nahête dest.

Rêzdar Netanyahu Felestînî binaskar kirin ku razî nabin danûstandinên rastewxwe bên kirin, û got kêşeya serekî ne berfreh kirina akîncîgehên Îsraîlî ye, belku ewe ku Felestînî qayil nabin pênasînê bi dewletek Cihû bikin.

Wî li gotara xwe pitir behsê wan gefan kir ku ji welatên cîran li Îsraîl tên kirin. Wî behsê hikûmet Îranê kir û got danûstandinên aştîyê yên rijd pêş nakevin heta ku Felestînî pirsa parastina Îsraîlê liber çav negirin.

XS
SM
MD
LG