Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje Fermandarekî Hemasê û Yekî Cîhada Îslamî Hatin Kuştin

Pro-Palestinian demonstration in Berlin, on the third anniversary of of the deadly October 7, 2023 attack on Israel
Pro-Palestinian demonstration in Berlin, on the third anniversary of of the deadly October 7, 2023 attack on Israel

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Şemîyê ragihand ku hêzên wan du fermandarên Cîhada Îslamî û Hemasê kuştine.

Li gorî agahiyên ku IDF di platforma Xê de ragihandîn, dide zanîn ku Mihemed Ebu Şelûf, fermandarê yekîneyeke baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî, û Mûsa Atif Mûsa Ebu Dan, endamekî koma Nuxbe ya Hemasê, hatine kuştin.

Weke IDF dibêje, Şelûf di êrîşa 7ê Cotmeha 2023an de ketibû nav axa Îsraîlê. Herwiha, tê îdiakirin ku van herdu kesan di van demên dawî de êrîşên li dijî leşkerên Artêşa Îsraîlê (IDF) pêş xistine û xebat kirine ku şiyana rêxistinên çekdar ji nû ve bihêz bikin.

Li gorî daxuyanîya IDF, yên ku hatine kuştin di çalakîyên xwe de bi şêweke sistematîk peymana agirbestê binpê kirine.

Li alîyek din, Serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas hilbijartinên meclîsê yên meha bihêê, ku yekem hilbijartinên piştî nêzîkî 20 salan in, paş xistin.

Li gorî fermanek serokatiyê, hilbijartin dê di 11ê Mijdara 2027an de werin lidarxistin. Hilbijartina serokatiyê jî, ku ji 20 salan zêdetir e nehatiye lidarxistin, ji bo heman rojê hatiye plankirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG