Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferec Derwîş: Huner Civakê Dide Pêş û Nasnameya Wê Dîyar Dike


Wek piraniya zarokên kurda li Sûriyê hunermend Ferec Derwîş li ser xewnan paşaroja xwe ava dikir bê tu piştevanî yan guhdan ji saziyên hukûmetê û civatê jî.

Li Bajarê Amûdê di sala 1984an ji dayik bûye û li wir xwendina xwe ya seratayî bi dawî kirye.

Li Bajarê Hesekê dest bi karê hestinkariyê kir bo alîkariya malbata xwe bike û li nêzî 7 salan ev kar dikir, lê belê ji ber hezkirina wî ji mûzîkê re êdî hino hino xwe fêrî amêrên mûzîkî dikir di bin bandora xalê xwe de fêrî Kemanê bû û êdî lingê da ser rêka hunerê.

Di civata Hesekê de cihê xwe di nav çalakiyan de girt û hate naskirin.

Lê bê ev yek ne besî wî bû , êja wî berê xwe da xwendinê li peymangeha mûzîkê li bajarê Humsê û di sala 2012an de xwendin bi dawî kir.

Tevî rewşa zor û dijwar li bajarê Hesekê û herêmên kurdî, Ferec li wir ma ta roja îro jî li wir dijî û berhem û mûzîka xwe çêdike.

Bi dehan stran afirandiye û yek ji wan ya ku pirr hat naskirin ya bi navê Hesekê bû ku cihekê taybet di nav civatê de girt.

Ew hin stran û awazên nûjen çêdike û carana ji yên folklorê bi awayekî nû diafirîne û pêşkêş dike.

Hîna ew li Hesekê ye û bi hêvî ye ku peymangehên hunerê li wir bêtir bibin û mûzîk bê belavkirin di nav civata kurdî de û nifşê nû xwe hînê wê bike bi xwendin û zanebûn da ku mûzîk geş bibe û civat jî pê şad bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:50 0:00


XS
SM
MD
LG