Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Baqir: Hîviyek Mezin Ji Partiyên Yekîtiya Niştimanî Ya Kurd Tê Xwestin


Ferhad Baqir: Tevgera Kurdî têgihiştiye kû giringe hevrêziya Kurdan hebe ta kû daxwazên Kurdan bikevin ser maseya ecendayên herêmê u ecendeyên Amerîkî – Rûsî.

Nêzîkî 25 partî û tevgerên siyasî yên Kurdan li Sûriyê hevbendiyek bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd pêkîna. Partîyên siyasî yên Rêveberîya Xweser û çend partîyên derveyî Rêveberîyê li18 Gulanê li bajarê Qamişlo civyan û biryara damezrandina vê Yekîyê da bi mebesta dariştina gûtarek yekgirtiya siysî ya Kurdan li Sûriyê.

Ferhad Baqir, parêzer û çalakvanê siyasî yê serbixwe li Kobanî gote VOA-Dengê Amerîka kû hîviyek mezin ji Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd tê xwestin jiber pêtiviya wê ya demî. Lê divê hemû partî bi sîngê fireh werin pêş û haydar bin çinkû Kurdan çi dost li herêmê nînin.

Birêz Ferhad Baqir got jî, tevgera Kurdî têgihiştiye kû giringe hevrêziya Kurdan hebe ta kû daxwazên Kurdan bikevin ser maseya ecendayên herêmê u ecendeyên Amerîkî – Rûsî.

Ferhad Baqir
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG