Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhat Patîyev Ser Konferansa Kurdî ya Moskowê Agahî Dide


Ferhat Patîyev, Hevserokê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê
Ferhat Patîyev, Hevserokê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê

Kurdên Rûsyayê hazirî dikin ku mêvandarîya konferanseke Kurdan bikin û nûnerên ji hemî perçeyên Kurdistanê bînin ba hev.

Hevserokê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev li ser wê konferansê agahî dide Dengê Amerîka û dibêje ewê di 15'ê Şubatê de li Moskow'ê bicivin.

"Di vê dema krîtîk de, girîng e ku hemî partîyên Kurdan werin ba hev û helwesteke hevbeş ji kêşeyên xwe re nîşan bidin."

Patîyev dide zanîn ku ew di heman demê de dixwazin derfet ji Kurdan re çêkin ku dengê xwe bigehînin Rûsya jiber ku Moskow di sîyaseta cîhanê de aktorekî girîng e.

Patîyev bal dikşîne ku Kongreya Netewî ya Kurdisatanê (KNK) jî yek ji mêvandarên wê konferansê ye û ew dixwazin wê konferansê bikin bingeha konferansa netewî ya Kurdî ku li çaverê ye li Hewlêrê pêk were.

Ferhad_Patiyev_XF
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00

XS
SM
MD
LG