Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermanderê Amerîkî: Bexdadî Hîn Sax E


Stephen Townsend
Stephen Townsend

Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê General Stephen Townsend dîyar kir ku bi bawerîya wî, rêberê DAIŞ'ê Ebubekir El-Bexdadî hîn sax e.

Townsend, ku fermandarekî Amerîkî ye, ji qerargeheke li Bexda ya paytaxta Îraqê, bo rojnamevanên li Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn ku Bexdadî sax e û koalîsyon her roj li wî digere.

"Ez bawer dikim ku ew sax e? Erê" Townsend got û bi bîr xist ku Rûsya di meha Hezîranê de kuştina Bexdadî ragihandibû, lê jiber nebûna delîlan wan bawer nekiriye.

Townsend bi berdewamî dîyar kir ku li gor hin agahîyên îstixbaratê Bexdadî sax e, lê ew agahî eşkere nekirin.

Fermandarê Amerîkî da zanîn ku Bexdadî, li herêmeke di navbera Dêrezora Sûrîyê û Ravah ya Îraqê de ye û got ku ger ew rêberê DAIŞ'ê bibînin, li şûna girtinê ewê wî bikujin.

XS
SM
MD
LG