Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê John Dorian derbarê çekên ku dê Amerîka bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got ku ewê bi şûnde neyên sitandin.
Dorrian da zanîn ku ji wan çekên giran hin li Sûrîyê ne û dibe ku demûdest werin belav kirin.
Fermandarê Amerîkî dîyar kir ku Amerîka ewê wan çekên ku dê bide YPG’ê ji nêz ve bişopîne.
‘’Divê bawerîya me pê hebe ku ew çek dê dijî DAIŞ’ê werin karanîn. Pîvan û sînora me dîyar kirî ev e.’’ Dorian, di videokonferansekê de got.
Ser pirsa rojnamevanan, Dorian dîyar kir ku piştî têkoşîna dijî DAIŞ’ê temam bibe jî ewê çekan ji YPG’ê nestînin.