Du karbidestên Kurd li parêzgeha Kerkukê dest ji postên xwe berdan.
Di hevpeyvîneka taybet de ligel Dengê Amerîka, fermandarê Kerkukê Abdul Rehman Mistefa dest ji kar berdana xwe eşkere kir û got di demekê nizîk de bi fermî dest ji posta xwe berdide.
Her wiha di kombûnekê de roja Sêşembî, serokê Civata Parêzgeha Kerkukê Rizgar Alî dest ji kar berdana xwe ragihand.
Li gor jimareka jêderan, kesekê Turkmen li cihê Rizgar Alî dibe serokê Civata Parêzgeha Kerkukê.
Ji bo pêzanînên pitir derbarê guherînkarîyên Kerkukê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.