Yekem hefteya çandî li bajarê Reqa ji aliyê Encûmana Sûriya Demoqrat tê lidarxistin,ku nêzî heft salane tu çalakiyên bi vî awayî li bajarê Reqa nehatine lidarxistin, bi taybetî di dema Rêxistina DAIŞê de ku hemû çalakiyên bi çandê re girêdayî qedexe bûn.
Li gor Selam Hisên Endamê komîta amadekar ya hefteya çandê ji Dengê Amerîka re axifî û got "Ji ber qutbûna civaka Reqa ji çalakiyên çandî me xwest em li Reqa hefteyeke çandî birêve bibin".
Di hefteya çandî de dê gelek çalakî hebin ,ji pêşangeha pirtûkan, pêşkêşkirina filimên kurt ku xelatên cîhanî wergirtine û lidarxistina semîneran, ku Encûmana Sûriya Demokirat dê semînerekê dibin navê Zordarî û Berxwedan pêşkêş bike.
Li gor endamê komîta amadekar ji Dengê Amerîka re axivî û got ku "Çand gelek girînge ji bo civakan û bajarê Reqa xwedî çandeke taybet e."
Hêjayî gotinê ye ku ji 29 meha Gulana sala 2014an de, piştî ku Rêxistina DAIŞê gelek herêmên li Îraq û Sûriyê xistbûn jêr kontrola xwe, bajarê Reqa weke paytexta xdewleta Îslamê DAIŞê ragihandbû û hemû çalakiyên wêjeyî, çandî û hûnerî qedexekirin ji bilî çalakiyên olî.