Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şilêr Merdûxî: Festîvala Londonê Derfetek Hêja ye bo pênasîna Fîlmên Kurdî.


Şilêr Merdûxî
Şilêr Merdûxî

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di gera xwe ya 13mîn de, ku ji 23 Îlonê ta 30 Îlonê lidar e, destpê kiriye.

Ev Festîval ku salane li London lidar dikeve, ji aliyê jimarek ji fîlmsaz, hunermend û çalakên sînemaya Kurdî birêve diçe.

Îsal 31 fîlm di festîvalê de beşdar in û wê li sê holên sînema li bajarê Londonê bên nîşandan.

Fîlmsaz Şilêr Merdûxî , endama rêvebir ya festîvalê, anî ziman ku vê salê zor û zehmetî pirr in, ji ber wê festîval rû bi rû be û pêşwaziya mêvan û kesên beşdar bibe.

Şilêr dibêje, Festîval gavek pirr girîng e bo pênasîna fîlmên Kurdî bi civata Birîtanî re û ya din jî avakirina peywendiyan di nav derhêner, fîlmsaz, lîsitkevan û berhemdarên sînemaya Kurdî de.

Wê anî ziman ku ev xebat bi salan birêve diçe , bi şêwazekî xwebexşî.

Herwiha Merdûxî asta fîlmên beşdar nirxand û got ku asta fîlman baştir bûye û babet û mijar jî êdî cuda û berfirehtir bûne ji mijar û çîrokên siyasî.

Merdûxî li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û ji sala 2000'an li Birîtanya dijî.

Ew nivîskar, derhêner û berhemdara filmsaziyê ye, Mastera xwe ji Zanîngeha Goldsmith di Filmên Fîçer de wergirtiye.

Sala 2005'an xelata London Script Consultancy wergirt ji bo filmê xwe yê fîçer Green Desert.

Derhêner û nivîskara belge filmê Gas Attack.

Ji sala 2011'an ve bûye endama rêvebir ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê.

Deng û Reng-Şilêr Merdûxî-Mon-09-26-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:05 0:00

XS
SM
MD
LG