Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihrîcana Jinên Ciwan yên Efrînî li Şehba Pêk Hat


Yekîtîya Jinên Ciwan ya Kantona Efrînê, Mihrîcana Şehîd Stêrvan ya Jinên Ciwan ya salane li dar xist.

Mihrîcanê di bin dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerîyê û DAIŞ’ê têk bibin" de hate kirin û sê rojan dom kir.

Di festîvalê de çalakîyên hunerî, çandî û sporê hatin pêşkêş kirin.

Endama Yekîtîya Jinên Ciwan Asma Husên got ku roja yekê hunerî bû û endamên kevana zêrîn pê rabûnê.

“Di roja duyê sporî bû ku tê de maçên futbolê, bez, pîngpong û şatrenc pêk hatin û di roja dawî de jî şano û tabloyên wêneyan hatin pêşandan.”

Di her sê rojên mihrîcanê de jimareke komên hunerî yên jinên ciwan derketin ser dikê û stran, govend û herwiha şano pêşkêş kirin. Her di nav çalakîyên mihrîcanê de tîmên sporê jî hatin hember hev.

Rojîn Mihemed ser coşa çalakîyan got ku pêşbirkên hunerî û sporê moralê wan bilind kir.

Jinên ciwan anku keçên nûhatî bi kêfxweşî beşdarî mihrîcanê bûn û ew bi erênî nirxandin.

Berfîn Bîlal got ku Efrîn hate bîra wan û ew wek jinên ciwan bi moralên bilind tevlê bûn û hêvîyên vegera Efrînê di nav wan de geş bûn.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku mihrîcana jinên ciwan li Efrînê pêk dihat, lê piştî êrîş û destdanîna Tirkîyê ser herêmê û koçberîya gelê Efrînê, Yekîtîya Jinên Ciwan li Şehba xwe jinûve rêxistin kir û mihrîcana xwe li dar xist.

NR_08_26_Festîvala_Jinên_Ciwan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG