Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Operasyonan de 105 Kes li Tirkîyê Hatin Desteser Kirin


Piştevanên rojnama Zaman ku nêzîkî Gulen bû
Piştevanên rojnama Zaman ku nêzîkî Gulen bû

Polîsên Tirk îro Duşemê herî kêm 105 kes, bu gumana piştgirbûna Fethullah Gulen ê neyarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, desteser kirin.

Kesên desteserkirî bi dayîna alîkarîya diravî ji rêxistina terorîst ya Gulen re tên tawanbar kirin ku bi gotina karbidestên Tirk ew rêxistin hewil dide hikûmetê lade.

Ajansa Anadolu ragihand ku dozgeran biryara desteserkirina 140 kes derxistiye û ji wan 105 kes niha girtî ne.

Ajansa Anadolu da zanîn ku piranîya kesên desteserkirî di operasyonên li Stenbolê de hatin girtin û 800 polîs di wan operasyonan de cîh girtin.

Ji kesên desteserkirî 40 kes karmendên Bank Asya, 45 kesên din jî karsaz in ku bi endambûna rêxistina terorîst (FeTO/PDY) tên sûcdar kirin.

XS
SM
MD
LG