Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê ENKS: Hinek li Sûrîyê Kurdan Wek Mêhvan Dibînin


Herçende piranîya welatên cîhanê wek nûnera rewa ya gelê Sûrîyê berê xwe didin Hevalbendîya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûrîyê, lê belê heta niha Kurd ne endam in di wê hevalbendîyê de.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê Feysel Yusif dibêje ku ENKS herdem xebat kirîye ku opozisyona Sûrîyê “yek be û em jî beşek bin li wê opozisyonê. Lê mixabin, opozisyon heta niha îtîraf bi mafê miletê Kurd nekirîye.”

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Feysel Yusif dibêje ku ENKS niha danûstandinê dike jibo wergirtina mafê gelê Kurd û paşî di hevalbendîya opozisyona Sûrîyê beşdar dibe.

Serokê ENKS dibêje ku hinek komeleyên opozisyona Sûrîyê bawer dikin ku “Kurd di Sûrîyê de ne xwedîyê erdê xwe ne û ne beşek in di dîroka Sûrîyê de. Hinek heta niha bawer dikin ku Kurd mêhvan in li Sûrîyê.”

Birêz Feysel Yusif dibêje ku gelê Kurd li Sûrîyê “li ser erdê xwe ye û beşek e li şoreşa Sûrîyê” û xebatê dike jibo avakirina Sûrîyeke demokratîk.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG