Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîdan Dibêje Tirkîye Wê Dijî Îsraîlê Hin Tedbîrên Nû Ragihîne


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan got ku ewê dijî Îsraîlê hin tedbîrên nû ragihînin.

Fîdan dîyar kir ku Îsraîlê rê nedaye ku ew alîkarîyan bişînin Gaza û wan biryar daye ku ew dijî wê tedbîran bistînin.

‘’Me hewil da ku em alîkarîyan jibo Gazayîyan bişînin, Îsraîlê destûr neda. Ew dewlet nikare jibo astengkirina alîkarîyan hincentan nîşan bide.’’

Wî got ku heta Îsraîl agirbesêt radigihîne û alîkarî bê ku werin sekinandin diçin Gaza ewê tedbîr bidomin.

Muxalefeta Tirkîyê hikûmeta desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi bazirganîya bi Îsraîlê re tawanbar dike.

Di rojên borî de li Stenbol û li jimareke bajarên din yên Tirkîyê dijî bazirganîya bi Îsraîlê re protesto li dar ketibûn û bi dehan kes hatibûn desteser kirin.

Partîya Jinûve Refahê (YRP), ku bi sekna xwe ya konservatîf tê zanîn û li gor encamên hilbijartinên 31’ê Adarê li rêza sêyan e, bang li hikûmetê dike ku danûstandinên xwe yên bi Îsraîlê re bisekinîne.

Hikûmetê ser îdiayên derbarê bazirganîya bi Îsraîlê re heta niha ti daxuyanî nedaye û hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye, berovajîya piranîya hevbendên xwe yên Rojavayî û hin welatên Ereb, Hamasê wek rêxistineke terorê nabîne.

XS
SM
MD
LG