Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîdan: Em Amade Ne Mêvandarîya Danûstandinên Navbera Ukrayna û Rûsya Bikin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Duşemê got ku ew amade ne mêvandarîya danûstandinên pêkan yên navbera Ukrayna û Rûsya bikin û piştgirî bidin her pêngaveke jibo aştîyê.

Fîdan, bi hazirbûna Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Enqerê got ku ew însîyatîfa Amerîka ya jibo aştîyê wek karekî erênî dinirxînin, lê dîya rkir ku jibo çareserîyê divê her du alî beşdar bin.

"Di vê çarçoveyê de jibo pêkanîna aştî ya bi rêka hevdîtinan em amade ne ku bi her awayî piştgirî bidin. Em jî wek berê amade ne ku mazûvanîya van hevdîtinan bikin."

Fîdan, li ser pirseke derbarê garantîyên ewlehî yên jibo Ukrayna, ku jibo dawîkirina şer ji Amerîka û hevkarên Rojavayî daxwaz kirîye, got ku Enqere amade ye ku di prensîbê de her gavekê bavêje ku alîkarîya aştîyê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov jî got ku helwesta wan ya ser mercên jibo qedandina şer neguherîye û betalkirina daxwaza Ukrayna ya jibo endamtîya NATOyê ne mijara gotûbêjê ye.

Tirkîye, ku endama NATO ye, mêvandarîya hevdîtinên destpêkê yên navbera Rûsya û Ukrayna ya çend meh piştî dagirkirina Rûsya ya ser Ukrayna kiribû.

Enqerê hîngê alîkarîya ewlekirina peymaneke jibo derbazbûna ewle ya şandina genim ji Deryaya Reş re kiribû.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskîy hefteya borî jibo danûstandinan bi Erdogan re serdana Tirkîyê kiribû, dema di heman rojê de nûnerên Amerîkî û Rûsî jibo danûstandinan bi armanca dawîkirina şer, bê beşdarîya Kîevê, li Rîyadê civîbûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG