Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku wezîrê nû Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Swêdî Tobias Billstrom bi rêka telefonê axifîne.
Wezaretê got ku Billstrom jiber karê Fîdan yê nû ew pîroz kir û Fîdan jî ji Billstrom xwest ku bo endamtîya li NATO divê Swêd gavên berbiçav biavêje.
Fîdan û Billstrom li hev kiriye ku ew danûstandinên ser endamtîyê bidomînin.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endama hevpeymanîya NATO.
Serlêdana Fînlandîya hat pejirandin û ew bû endama 31’an ya hevpeymanîyê, lê ya Swêdê hîn nehatiye pejirandin.
Tirkîye îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike û dixwaze Stockholm dijî wan tedbîrên berfireh bistîne.
Jêder: Gazete Duvar