Kurê rêberê berê yê Kuba Fidel Castro, Fidel Angel Castro Diaz Balart li Havana ya paytaxt bi awayekî mirî hat dîtin.
Medyaya Kuba ragihand ku Diaz Balart yê 68 salî xwe kuştîye.
Rojnameya fermî ya Kuba, Granma ‘’Fidel Castro Diaz-Balart çend meh in dermanên depresyonê dixwarin, do Pêncşemê xwe kuşt’’ nivîsî.
Kanala fermî ya Kuba jî da zanîn ku Diaz-Balart piştî ji nexweşxaneyê derketîye di mehên dawî de derman dixwarine.
Fideng Angel Castro Diaz-Balart, jiber ku dişibîya bavê xwe bi navê ‘’Fidelito’’ (Fidelê Biçûk) dihat nas kirin.