Serokê Amerîkayê, Donald Trump, di civîneke li Ofîsa Oval a Koşka Spî de got ku hikûmeta wî bi awayekî nêzîk li ser mijara vîzeyan dixebite da ku “kesên rast” bikarin ji bo Cama Cîhanê werin welêt.
Trump di axaftina xwe de pesna serkeftina firotina bilêtan da û got ku ev yek di dîroka Cama Cîhanê de yek ji mezintirîn serkeftiyan e.
“Ev Cama Cîhanê ya herî serkeftî ye ku wan heta niha dîtibe. Bilêtan bi lez û zêdeyeke bêhempa hatine firotin.”
Trump herwiha ragihand ku ew bi Gianni Infantino, serokê FIFA, re axivîye û got ku Infantino jî, ji ber giringî pêdana bi vê qehremanîya Cama Cîhanê matmayî maye.
Dema ku rojnamevanekî pirsî ka gelên ji derveyî welatê dê bi dijwarî vîza bistînin an na, Trump bersiv da: “Em bi awayekî pir nêzîk li ser vê yekê dixebitin da ku em piştrast bikin ku kesên rast tên welatê me.”
Li ser pirsê ka ew ê beşdarî maçên Cama Cîhanê bibe, Trump bi kurtasî got:
“Erê, ez ê biçim.” Lê wî negot ka bi taybet dê di kîjan maçê de amade bibe.
Trump diyar kir ku rêveberiya wî dixebite ku pêvajoya hatina mêvanan ji bo lîstikên qehremanîyê bi rêkûpêk were birêvebirin.
Cama Cîhanê ya 2026an yek ji balkêştirîn û mezintirîn bûyer be ku bi milyonan temaşevan li seranserî cîhanê dê wê bişopînin û bi milyonan bilêt hatine firotin.