Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Cama Cîhanê: Kî Derbas Bû û Îro Çi Lîstik Hene?

Lîstikên Cama Cîhanê roja Çarşemê bi çend encamên balkêş bi dawî bûn. Grûpên A, B, û C êdî yekalî bûn û hate diyarkirin kîjan tîm dimînin û kîjan ji qehremanîyê derdikevin.

Di Grûpa A de, Meksîkayê li hemberî Çekyayê 3-0 bi ser ket. Meksîkayê hemû lîstikên grûpa xwe qezenc kirin. Bi vê serkeftinê, Meksîkayê li Staduyma Azteca rekora xwe parast û di ti Cama Cîhanê de li wê qadê winda nekirîye.

Herwiha di Grûpa A de, Afrîkaya Başûr 1-0 li Koreya Başûr bir û cihê xwe di qonaxa 32'an de misoger kir.

Di Grûpa B de, Swîsrayê bi encama 2-1 li Kenedayê bir. Tevî vê windakirinê jî, Kenedayê cihê xwe di qonaxa 32'an de girt. Di lîstikê de, lîstikvanê Swîsrayê Ruben Vargas di çirkeya 39'an a nîvê duyem de gol avêt. Ev gol, ji sala 2010'an vir ve bû golê herî bilez ku di nîvê duyem de hatîye tomarkirin.

Bosnayê jî di heman grûpê de, Grûpa B, bi encama 3-1 zora Qeterê bir.

Di Grûpa C de, Brazîlê 3-0 li Skotlandê bir. Brazîl di dîroka Cama Cîhanê de ti carî di qonaxa grûpan de ji Skotlandê winda nekirîye.

Mexrib jî di heman grûpê de lîstikeke pir bi gol lîst û 4-2 zora Haîtîyê bir. Bi vê serkeftinê, Mexrib bi Brazîlê re derbasî qonaxa 32'an bû.

Di Grûpa D de, Amerîka jixwe derbasî qonaxa 32'an bûye. Ew di lîstika xwe ya dawî de ew îro Pêncşemê li hember Tirkîyê dilîze. Lê lîstika di navbera Paraguay û Australyayê de pir girîng e. Kîjan tîm biserkeve, ewê derbasî qonaxa 32'an bibe.

Di Grûpa E de, Almanya jixwe derbasî qonaxa 32'an bûye. Lîstika Almanyayê ya li hemberî Ekuadorê dê diyar bike ka kî dibe yekemînê komê. Di vê lîstika îro de, lîstikvanê Kurd Deniz Undav jî di 11'ê pêşîn de dilîze. Tîma Curacao jî ji bo şansê xwe yê dawî hewl dide.

Japonya piştî ku Tûnis 4-0 bir, xwedî moralekî mezin e. Îro lîstika herî balkêş di navbera Japonya û Swêdê de ye. Herdu tîm jî ji bo serê grûpê şer dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG