Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) îro Pêncşemê ragihand ku saziya wan bûye armanca êrîşeke elektronî (Cyber) a tawankar, û di encamê de hin agahiyên kesan û daneyên karsaziyê bê destûr hatin dizîn.
Berpirsekî FIFA ji Reuters re got ku êrîşê bandor li ser hejmareke kêm ya agahiyan kiriye.
FIFA dibêje, êrîşên weha û bidestxistina û belavkirina neqanûnî ya agahiyan, bi taybetî daneyên kesane, binpêkirineke giran a mafê mirov û taybetmendiyê ye.
Çavkaniyek ku ji nêz ve ji mijarê agahdar e ji Reuters re got ku kêmtirî 0.1% ji tevahiya daneyên FIFA’yê di êrîşê de hatine armanc girtin. Her wiha, dosyeyên projeya 'FIFA Forward Enterprise', ku berê hatbû betalkirin, ne di nav daneyên bidestxistî de bûn.
FIFAyê eşkere nekir ka çend kes an saziyên din ji êrîşê bandor bûne, û ne jî cûreya agahiyên hatine bidestxistin dema êrîşê jî eşkere nekiriye.
Di Tîrmeha borî de, Serokê FIFA’yê Gianni Infantino gotibû ku federasyonê planên xwe yên firotina 20% ji pişka Kûpa Cîhanê ji weberhênerên taybet re, piştî bertekên tund, dev jê berdane. Planê bi vê firotanê 4.2 milyar dolar bidest xistbûn.