Du lîstikên qonaxa 16'an roja Şemîyê li Amerîkayê di çarçoveya qehremanîya Cama Cîhanê de pêk hatin.
Di lîstika yekê de, Mexribê bi encama 3-0 li hember Kenedayê biserket. Di lîstika ku li stadyuma Houston de birêve çû, lîstikvanên Mexribê yarîyeke balkêş li pêş bêtirî 68 hezar temaşevanan kir.
Di lîstika duwem de, Fransa bi golekê stêra tîmê Kylian Mbappe ji xala penaltîyê serkeftineke biryarder bidest xist û pê re derbasî qonaxa 8'an bû.
Bi van herdu encaman, dê Mexrib û Fransa di qonaxa 8'an de li bajarê Bostonê derkevin pêşberî hev.
Di lîstikên roja Yekşemê yên qonaxa 16'an de Brazîl û Norwêcê li New Yorkê dilîzin û Meksîk û Îngeltera jî li stadyuma Mexico City tên hember hev.