Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cama Cîhanê Hefteya Yekê Diqedîne

Pêşbirka Cama Cîhanê li Amerîka, Keneda û Meksîkê êdî bi fermî dikeve hefteya xwe ya duwem.

Di Grûpa A de, Meksîka mêvandar îro Pêncşemê derdikeve pêş pêş Koreya Başûr. Di heman grûpê de Çek ligel Afrîqaya Başûr lîst û maç bi encama 1-1 bidawî bû.

Tori Penso
Tori Penso

Di wê lîstikê de tiştekî dîrokî çêbû. Hemû dadvanên lîstikê jin bûn. Dadvana Amerîkî Tori Penso serkêşîya lîstikê kir. Ev cara yekê ye di dîroka Cama Cîhanê ya futbola mêran de ku taximekî dadvanên jin lîstikekê birêve dibe.

Di grûpa B de jî, Keneda ya mêvandar ligel Qeterê dilîzr û Swîsre jî ligel Bosniya dilîze.

Di lîstikên do Çarşemê de jî, Kongo encameke baş 1-1 hember Portugalê bidest xist. Alîgirên Kongoyê li Amerîka û seranserê welatê xwe bi coşeke mezin pêwazî li vê encama hember yek ji baştirîn tîmên pêşbirkê kir.

Di heman grûpa K de, Kolombya bi 3 golan beramber golekê zora Uzbekistanê bir.

Di grûpa L de, Ingiltera kempeyna xwe bi serkeftinekê hember Kroatyayê bi encama 4-2 bi ser ket.

Di heman grûpê de tîma Ghana di kêlîka herî dawî ya lîstika xwe ligel Panamayê de, golek tomar kir û sê xalên hêja bidest xistin

This item is part of
XS
SM
MD
LG