Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevrikî di Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan de Germ Dibe


Qonaxa 8'an ya Kupaya Cîhanê ya futbola jinan li Australya û New Zealandê roja Înê bi du lîstikan destpê kir.

Di lîstika yekê de tîma Spanyayê zora Holendayê bir û pê re jî derbazî qonoxa berî dawî bû. Yarîya ku li bajarê Wellington yê New Zealandê bi encama 2-1 bi dawî bû piştî ku dema orîjînal ya maçê 1-1 xelas bû.

Di yarîya duwem de, Japon û Swêdê li pêş bêtirî 43,000 temaşevan li stadyuma bajarê Auckland yê New Zealandê hatin ber hev. Swêdê ew lîstik bi encama 2-1 bidest xist û berê xwe da gera berî dawî ya pêşbirîka herî mezin ya futbola jinan.

Dîmenek ji lîstika Swêdê ligel Japonê.
Dîmenek ji lîstika Swêdê ligel Japonê.

Ev dibe cara çaran ku Swêd digihêje qonaxa berî fînalê ya Kupaya Cîhanê ya futbola jinan.

Di herdu maçên roja Şemîyê de Australya ya mêvandar ligel Fransaya hêzdar dilîze û Îngeltra jî bi surprîza Kupaya Cîhanê, Kolombya, re dilîze. Tîmên ku ji van herdu lîstikan biserkevin, dê roja Çarşemê di lîstika gonaxa berî fînalê de bên ber hev.

Di lîstika yekê de ya qonaxa berî dawî de Spanya û Swêd bi hev re dilîzin.

Maça fînalê 20'ê Tebaxê li bajarê Sydney yê Austalyayê pêk tê.

XS
SM
MD
LG