Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Kûpa Cîhanî ya Jinan de Tîma Birezîlya Derdikeve Û Afrîqa Başûr Xwe Digihîne Qonaxa 16an


Japan Brazil Women Soccer
Japan Brazil Women Soccer

Îro Çarşemê li Melbourne tîma neteweyî ya Brezîlyayê piştî li hember Jamîka 0-0 lîstik bidawî kir, ji Kûpaya Cîhanî ya Jinan ya Futbolê ji qonaxa koman veqetiya ev cara yekê ye weha dibe ji sala 1995aan heta niha.

Brezîlya, ku di sala 2007-an de cîgir bû, pêwîst bû ku bi serkeve da ku berhev bibe bo serketinê, piştî ku tîma Panama 4-0 têk bir û di ya duyemîn de jî 1-2 li hember Fransa têk çû.

Jamaîka cara yekê ye derbasî dewra duyan dibe bi destxistina 5 pûanan derbasî tûra duyemîn ya grûpa şeşan (F) bû, bi ferqîya 2 pûanan li pêş Fransayê ya ku Panama 6-3 têk bir.

Rahênera Tîma Niştîmanî ya Jamaîka Lorne Donaldson got "Ev yek ji baştirîn rojên jiyana min e," .

Wê got, "dema mirov dibîne dewleteke weke Jamîka bikare tiştek weha bike, ev tişteke nayê bawer kirin." Wê zêdekir û got "Keç ji bo welat vî karî dikin, divê welat bi vê yekê serbilind be."

Lîstikvanên jin yên tîma Brazîlya û Jamaîka di Pêşbirkê û Lîstika futbalê de li Melbourne, Australiya, Çarşemê 2ê Tebaxê, 2023.
Lîstikvanên jin yên tîma Brazîlya û Jamaîka di Pêşbirkê û Lîstika futbalê de li Melbourne, Australiya, Çarşemê 2ê Tebaxê, 2023.

Dibe ku Jamaîka di tûra pêş de bi Kolombiyayê re were pêşberî hev û li benda tûra sêyemîn ya Koma H ya ku Almanya, Mexrib û Koreya Başûr jî di nav de cih digire, bimîne.

Di pêşbirka duyemîn de Fransa hevtaya xwe Panama 6-3 têk bir û bi 7 pûanan di rêza yekem ya komê de cih girt.

Fransa bi serokatiya Herve Renard, rahênerê berê yê tîma neteweyî ya mêran ya Erebistana Saûdî, di pêşbirka destpêkê de li hember Jamaîka 0-0 wekhev derçû, berî ku Brezîlya 2-1 têk bir.

Tîma neteweyî ya Swêdê bi hevtaya xwe yê Amerîkî re, ku yek ji namzedên herî girîng yên wergirtina sernav û kûpayê ye, di qonaxa dawîn de, piştî ku serkeftina xwe ya sêyem bi skora tevahî, li ser hesabê Arjantîn 2-0, li Hamilton bi dest xist.

Di heman demê de, Afrîkaya Başûr surprîzek giran bi dest xist, di dîroka xwe de ji bo yekem car derbasî qonaxên dawî yên pêşbirkê bû, bi têkbirina Italytalya 3-2.

Swêd bi 9 pûanên tijî di rêza Koma G de bû, piştî ku berê Afrîkaya Başûr 2-1 bi goleke kujer di deqîqeya dawî de têk bir û Îtalya jî 5-0 têk bir.

Lîstikvana tîma Swêd Elin Rubensson, di dema pêşbaziya grûpa G de, lîstika di navbera tîma Swêd û Arjentînayê de li Hamilton, New Zealand, 2ê Tebaxê, 2023.
Lîstikvana tîma Swêd Elin Rubensson, di dema pêşbaziya grûpa G de, lîstika di navbera tîma Swêd û Arjentînayê de li Hamilton, New Zealand, 2ê Tebaxê, 2023.


Rahênerê Swêdê Peter Gerhardson derbarê rûbirûbûna çaverêkirî ya li hember tîma neteweyî ya Amerîkî de got: "Amerîka di cîhanê de di rêza yekê de cih digire. Dibe ku roja Yekşemê li hember wan bilîzin ji rûbirûbûna wan di nîvfînal an fînalê de çêtir be."

Wî berdewam kir û got, "Ji perspektîfek derûnî ve, em dizanin ku em dikarin wan têk bibin. Ez difikirim ku lîstikvan pê bawer in ku ew dikarin, bê guman, roja Yekşemê biserkevin û ez jî wusa difikirim."


Jêder: AFP/Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG