Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Dawî yên Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan


Kêlîka ku lîstikvana Îngeltrayê Lauren James gola welatê xwe li hember Danîmarkê tomar kir.
Kêlîka ku lîstikvana Îngeltrayê Lauren James gola welatê xwe li hember Danîmarkê tomar kir.

Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan li Australya û New Zealand roja Înê bi çend lîstikên germ berdewam kir.

Di grûpa D de tîma Îngeltrayê bi encama 1-0 zora tîma Danîmarkê bir. Gola tîma sê şêran ji alîyê Lauren James ve hate tomar kirin.

Di heman grûpê de, Çînê jî bi encama 1-0 zora Haiti bir û sê xalên pêşî yên vê pêşbirkê bidest xist.

Dîmenek ji maça Çîn û Haiti.
Dîmenek ji maça Çîn û Haiti.

Li gor van encaman, Îngeltra gihişt şeş xalan di rêza yekê de. Piştre Danîmark bi sê xalan di rêza duwem de cih digire, Çîn jî bi heman xalan di rêza sêyem de ye. Di rêza dawî de Haiti bê xal dimîne.

Coşa pêşbirka futbola jinan roja Şemîyê bi du maçên grûpa F didome. Çavên cemaweran hemû li lîstika di navbera Fransa û Brazîl de ne. Di heman grûpê de Panama û Jamayka tên ber hev.

XS
SM
MD
LG