Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cama Cîhanê: Arjentîn û Spanya Çawa Gihîştin Matça Dawî?

Spain & Argentina Collage
Spain & Argentina Collage

Di çarçoveya matçên Cama Cîhanê de, Arjentîn û Spanya ji bo matça dawî ya qehremanîyê tên hemberî hev. Matç roja Yekşemê li stadyuma MetLife ya New York'ê lidar dikeve. Gelo herdu tîm çawa gihîştin qonaxa herî dawî?

Di qonaxa pêş fînalê de, tîma Arjentînê bi tomarkirna du golan hemberî tîma Îngilistanê serkeftin bidest xist û Spanyayê jî bi du golan Fransa derbas kir.

Di matçeke germ û gur de roja Çarşemê, Arjentîn pêş ket piştî ku yarîzanê Îngilîz Anthony Gordon di xuleka 55'ê de golek bo welatê xwe tomar kir. Tîma Arjentînê ligel yarîzanê navdar Lionel Messi dikarîbû di xuleka 85'an de golekê tomar bike ku ji alîyê yarîzan Enzo Fernandez ve bû. Berî dûmahîyê bi çirkeyan Lautaro Martinez gola duwê ya serkeftinê tomar kir.

Roja Sêşembê li stadyoma Dallas, Spanya karibû bi du golan ji aliyê yarîzan Mikle Oyarzabal û Pedro Porro biser tîma Frensaye bikeve. Spanya yê li sala 2010 ê yêkemîn xelata cama cîhanî bir dema bi Holandayê lîst. Pêgeha Spanya li Cam cîhanî ya 2026 vebû dema digel Cape Verde lîst û herdu alî bê tomarkirina golan wek hev ji yarî yê derketin. Piştî wê bi çar golan li hember Erebistana Siûdî biserket. Herwiha bi golekê ji Uruguay bir.

Di gera 32 an de Spanya li hember Nemsayê bi 3 golan serket, û di gera 16an de bi golekê li hember Portugalê serket. Di gera çareka dawî de Spanya bi 2 golan li hember Beçîka serket.

Ji hejî gotnê ye ku Arjentîn niha dixwaze çaremîn qehremanî ya cîhanî bi navê xwe tomar bike, wekî ku di salên 1978, 1986, û 2022an de kir.

Arjentîn gihişt vê qonaxê piştî bi 3 golan ji tîma Cezayirê, û bi 2 golan ji Nemsayê, u 3 golan ji Urdunê bir, herwesa gelek xort li çareka dawî ya yarîyê bi 3 golanji Swîsrayê bir.

Eger Arjentîn qehremanîya cîhanê ya 2026ê bibe, dê ew jî bikeve rêza Brazîl û Îtalyayê ku karîbûn li du hev bibin qerehamanên cîhanê. Ewê her wiha bibe wek tîmên Almanya û Îtalyayê ku çar caran bûn qehremanên cîhanê.

Arjentîn û Spanyayê cara dawî di qehremanya cama cîhanî ya sala 1966an de hatin hemberî hev û Arjentîne bi 2 golan bi ser ket.

Ew dê roja Yekşemê 19ê vê mehê li stadyuma New York New Jersey matça dawî bilîzin.

Fransa u Englistanê dê ji bo bidest anîna pleya sêyemîn roja Şemîyê 18ê mehê li Miami ya Florîdayê bilîzin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG