Di bin baraneke giran a bajarê Philidelphia de, Fransa û Îraq di lîstika xwe ya duyemîn a Cama Cîhanê de hatin pêşberî hev.
Herdu welatan di Grûpa I de lîstin û ji ber barana zêde, ji bo cara yekem di vê Cama Cîhanê de, lîstika wan dora du demjimêran hat paşxistin.
Berî ku lîstik raweste, stêra Fransayê Kylian Mbappé bi golekî Fransa bi ecama 1-0 li pêş xist. Ev golê wî yê 15'emîn ê Cama Cîhanê bû.
Piştî ku lîstikê dîsa destpê kir, tîma Keleşêran du golên din avêtin; yek ji wan dîsa Mbappé bû. Yê din jî ji alîyê Ousmane Dembele ve hate avêtin.
Bi vê serkeftinê, Fransa derbasî qonaxa 32'an a Cama Cîhanê bû.
Di lîstika li dijî Fransayê de, çar lîstikvanên Kurd di tîma Îraqê de lîstin.
Piştî ku Îraq 4-1 li hemberî Norwêcê û 3-0 li hemberî Fransayê winda kir, di Grûpa I de ti xalên wê tune ne. Ewê lîstika xwe ya dawî ya grûpê di 26'ê Hezîranê de li Toronto li hember Senegalê bilîze.