Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Tawanên Bi Rêka Înternetê (Cybercrime)


Tawan û sûcên bi rêka kompîter û înternetê ji gefên herî lezgînên ewlehîyê ne

Tawan û sûcên bi rêka kompîter û înternetê anku sîbertawan (Cybercrime) ji gefên herî lezgînên ewlehîyê ne ku li cîhanê tên kirin û nexweşîya COVID-19 rewş xirabtir kiriye.

Li gorî Ajansa Lêkolînên Federalî ya Amerîka (FBI) ji demê ragehandina belavbûna vîrusa korona, şer û êrîşên bi rêka kompîter înternetê nêzîkî 400% zêde bûne.

Derbazbûnên neqanûnî yên bi înternetê pirtir, xetertir û pêşketîtir dibin û hem torên kertên taybet û hem hikumetê jî dikin armanc. Ew kardarî û kompanîyan dikin armanc jibo dizîna nepenîyan û datayên hestîyar. Ew zankoyan û taqîgehên lêkolînên pêşxistinê dikin armanc û hemwelatî dibin qurbanîyên dizên nasnameyan.

Di dawîya meha 7’ê Tîrmehê de, Wezareta Derve ya Welatên Yekbûyî yên Amerîkî xelata heta mîlyon dolaran ragihand jibo agehdarîyan, ku alîkarîyê bikin jibo girtin yan tawanbarkirina welatîyên Ukraynî Artem Viacheslavovich Radchenko û Oleksandr Vitalyevich Ieremenko. Ew her du berguman in bi tawanên rêxistî yên înternetê li ser astê navneteweyî.

Li ser bingeha lêkolînekê li dor çalakîyên wan, Radchenko û Ieremenko bi hekkirina elektronîk ya Komîsyona Ewlehîya Borse û Ajansa Diravî û Komkirinn û Şirovekirina Zanîyan ya Amerîka tawanbar in. Ew herwiha bi find û fêlan di senedên diravî de û bi sextekarî û dizînan bi rêka înternetê û kompîteran de tawanbar in. Lîsta 16 tawanên dijî wan îdia dike ku wan du hekiran bi hezaran pelgên nepenî dizîne, ku pişt re bi nehiqûqî ji berjewendîya xwe re firotine. Komîsyona Sehmên Diravî û Borseyan dozek li dadgehên medenî li dijî wan vekiriye, û Ieremenko û çend kesayetên dî jî tawanbar kirine.

Vê xelata Bernameya Xelatên Navneteweyî ya Tawanên Rêkxistî ya Wezareta Derve ya Amerîkî û bi hevkarî digel Bernameya Xelatên Nehêlana Tîryak û Madên hişbir, ji destpêka wê li sala 1986’ê 75 tawanbarên cîhanê anîne pêş dadgehan.

Divê her agahdarîyek li ser van tawanbaran ji Ajansa Xizmetên Nepenî yên Amerîkî re, bi rêka emaila (Rewards@usss.dhs.gov) were şandin. Û her kesê ku bixwaze bêtir şarezayî doza li dijî Radchenko û Ieremenko be yan jî Bernameya Xelatên Tawanên Rêkxistî be dikare seredana malpera https://www.state.gov/artem-viacheslavovich-radchenko/ bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo di daxuyanîyeke nivîskî de dibêje ku tawanbarên Cyber rêzê li qanûnên ti welatan nagirin.

“Jiber ku tawanên wan digehin seranserî cîhanê, em pêşwazîyê li hevkarî û kordînasyona hemû hikûmetan dikin da ku wan tawanbaran bînin pêş dadgehan û welatîyên bêguneh li seranserê cîhanê biparêzin"

Pompeo bi berdewamî got ku "Welatên Yekbûyî yên Amerîka pêgirtîyê vê tevgerê ye di rêka Bernameya Xelatên Nehêlana Tawana Rêkxistî ya Navdewletî de jibo alîkarîya ajansên bicîkirina qanûnê yên welatên hevalbendên me da ku wan tawanbarên dizîna zanyarîyan û sûcdarên din yên nêvdewletî bînin pêş edaletê.

Fighting Cybercrime KURD
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG