Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rexneyên Ser Binavkirina Komên Filistînî Wek 'Terorîst' ya Îsraîlê Didomin


Wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê Benny Gantz

Biryara Îsraîlê ya destnîşan kirina şeş komên civaka sivîl yên Filistînê, wek "rêxistinên terorîst", koalîsyona hikûmeta Îsraîlê dabeş kir.

Wezîrê berevanîyê Benny Gantz biryar hefteya borî ragihand û wÎ da zanîn ku biryar jiber îdaya fînanskirina Enîya Gel ya Rizgarkirina Filistînê (PFLP) hatiye girtin.

Welatên Ewrupî yên ku piştgirîya wan rexistinên armanckirî dikin, û komen mafan yên wek Amnesty International û Human Rights Watch, ser biryarê matmayîbûn û nerazîbûnên xwe dîyar kirin.

Rêxistinên sivîl yên Îsraîlî, yên ku bi ev 6 rexistinên Filistînî re hevkarîyê re dikin jî jiber biryarê, matmayînên xwe ragihandin.

Gantz di heman demê de di hindurê hikûmeta Îsraîlê, ya koalîsyoneke bi heşt-partîya ne û siyasetvanên çepgir jî di nav de ne, bi rengekî tund tê rexne kirin.

Lê, wezareta Gantz biryarê bi rengekî xurt diparêze û israr dike ku di encama lêpirsîneke sazîya ewlekarîyê ya hevbeş îspat kiriye ku şeş kom "wek toreke rexistinkirî di bin rêberîya PFLP de" dixebitin, ya ku wek koma Marksîst tê zanîn.

XS
SM
MD
LG