Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Saxlemî yên Filîstînî Dibêjin Hejmara Kuştîyên Gaza ji 46 Hezarî Borî


Wezareta Saxlemî ya Gaza îro Pêncşemê ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de 70 kesên din jî mirine û hejmara Filîstînîyên ji Cotmeha 2023’an mirine ji 46,000’î borîye.

Wê wezaretê dîyar kir ku ji gurbûna şerê Hamas û Îsraîlê ve pirtir ji 109,300 kes birîndar bûne.

Ew wezaret hejmara çekdar û birîndaran eşkere nake, lê dibêje ku piranîya qurbanîyan jin û zarok in.

Şerê li Gaza bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’an re gur bû ku di wan êrîşan de li gor Îsraîlîyan 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.

Li Gaza hîn jî bi qasî 100 rehîne hene û tê bawer kirin ji sê parên wan parek miriye.

Misir, Qatar û Amerîka jibo rehîne werin berdan û alîkarîyên jibo sîvîlên Filîstînî werin zêde kirin pêşengîy danûstandinên ser agirbesta Îsraîl û Hamasê dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Çarşemê dîyar kir ku lihevkirinek nêzîk xuya dike û got ew hêvî dike ku berî 20’ê Çileyê dawî li dema seroktîya Serok Joe Biden were ew lihevkirinekê ragihînin.

Blinken got ku ger danûstandinên ser lihevkirinê bi ser nekevin ewê plana xwe bidin rêvebirîya nû.

Amerîka, Brîtanya, Yekîtîya Ewrupa (YE) û hin dewlet û sazîyên din yên Rojavayî, Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG