Karbidestên Swîsrî dibêjin ku ew dê di 7'ê Adarê de li gor bangawazîya Neteweyên Yekbûyî konferansa navneteweyî ya li ser parastina sivîlên Filistînî yên li herêmên dibin kontrola Îsraîlê de encam bidin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Swîsreyê got, 196 welatên îmzeker yên Peymana Cenevreyê dê ji bo civînê werin vexwendin, ku dê balyoz jî beşdar bibin.
Di 18ê Îlonê de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Swîsre erkdar kir da ku konferansê organîze bike, ji ber ku ew welatê Alpê navenda peymanên navneteweyî ye ku qaîdeyên şer û hiqûqa mirovahî piranî li wir tên destnîşan kirin.
Hikumeta Swîsre li ser malpera xwe dibêje: "Konferansên bi vî rengî yên aliyên bilind yên peymankar" biryarên wan ne pêgir û mecbûrkarin, lê dikarin "rêbazên hiqûqa mirovî ya navneteweyî û berpirsiyariyan dubare bikin".
Ji dema dengdana Neteweyên Yekbûyî û piştî 15 mehan ji şerekî dijwar, agirbesteke sist li Kerta Gaza di meha Çile de pêkhat, ku rê da gelek dîlên Îsraîlî û dîlên filistînî bihên berdan, û alîkarîya mirovahî bigihêje devera dorpêçkirî, ku ji sedî 90'ê avahî ji ber bombebarana Îsraîlê wêran bûne.
Di vê navberê de, li Kenara Rojava, rûniştvanên Îsraîlî êrîşên xwe li ser sivîlên Filistînî zêde kirin, di heman demê de artêşa Îsraîlê dest bi operasyoneke ewlekarî ya mezin kir û di encamê de nêzî 40 hezar Filistînî koçber bûn.
kerta Gaza piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê dest pê kir, ku di encamê de hezar û 218 kes ku piranîya wan sivîl in, li gorî daneyên AFP'ê û jimareyên fermî yên Îsraîlê hatin kuştin, û nêzî 240 dîl bi xwe re revand bûn Gazayê.
Îsraîlê dest bi êrîşên tolhildanê kirbû ku li gorî Wezareta Tenduristiyê li herêma di bin kontrola Hamasê de, û hejmarên ku Neteweyên Yekbûyî pêbawer dibîne zêdetirî 48,000 kes li Gazayê hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl in.
Jêder: AFP