Partîyên siyasî yên Fîlîstînê li hev kir ku di sala 2018’an de hilbijartinên giştî li dar xînin.
Nûnerên 13 partîyên siyasî, ku di nav wan de nûnerên El Fetîh û Hamasê jî hebûn, li Qahîre ya paytaxta Misir du roj danûstandin kirin.
Nûnerên partîyan, di daxuyanîya hevpar de dîyar kir ku wan li ser hilbijartineke giştî li hev kiriye û dixwazin ku Komîsyona Hilbijartinê ya Fîlîstînê dest bi xebatên xwe bike.
Dîroka hilbijartinê dê Serokê Rêvebirîya Xweser ya Fîlîstînê Mahmud Abbas dîyar bike. Abbas herwiha serokê El Fetîhê ye.
Ji alîyê din ve, Rêvebirîya Xweser ya Fîlîstînê ragihand ku hemî peywendîyên xwe yên bi Amerîka re rawestandine û ofîsa li Washingtonê jî girtîye.
Berdevkê Mahmud Abbas, Nebil Ebu Rudayna da zanîn ku Amerîka dijî wan tedbîrên ku ‘’nayên qebûl kirin’’ sitandine.
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, hefteya borî dîyar kiribû karbidestên ofîsa Fîlîstînê rêzikên Amerîka binpê kirine û ji Dadgeha Cezayê ya Naventeweyî xwestîye ku tawanên Îsraîlê vekole.
Rex Tillerson dabû zanîn ku dibe ku ofîs were girtin. Li gor qanûnên Amerîka, destura karkirinê 6 meh carê tê nû kirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert jî dîyar kiribû ew dixwazin ofîs vekirî bimîne û jiber kiryarên wan bi rêvebirîya Fîlîstînê re diaxifin.