Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerta Gazayê Şerê Îsraîl Û Filistîniyan Dom Dike


Xwepêşandana Filistiyan li ser sinorê kertA xEZAYê û Îsraîlê
Xwepêşandana Filistiyan li ser sinorê kertA xEZAYê û Îsraîlê

Roja Yekşembî çekdarên Filistînî carek din mûşek avêtin Îsraîlê, lê ti zîyanên canî nebûn, di heman demê de hêzên Îsraîlî berdewam bûn li ser encamdana hêrişên mûşekan bo ser kerta Xezayê bo roja sêyan.

Koma Cîhada Îslamî ragihand ku serokê sereke yê vê komê Xalid Mensûr duh bi şev li başûrê Xezayê tevî du hevalên xwe û 5 sivîlan hatin kuştin. Her wiha got: "Beriya ku xwîna wan hişk bibe, em ê şêniyên dijmin bombebaran bikin."

Nêzîkî 30 Filistînî ku di nav wan de herî kêm sê sîvîl û du rêberên mezinên Cîhada Îslamî hebûn di şer û pevçûnên navbera çekdarên kerta Xeze û Îsraîlê de hatin kuştin û di heman demê de mûşekên Xeze bi deh hezaran welatiyên Îsraîlî neçar kirin ku herin penagehan û xwe ji mûşekan biparêzin.

Li herêmên Mivasîrit zayon, Kiryat Anavîm, Ebu Goş û herêmên ku sê kîlometre li rojavayê Qudsê dûrin, zenga alarma hişyariyê lê didan.

Peyvdarekî artêşa Îsraîlê diyar kir ku mûşkên arasteyî bajarokan hatine kirin, hatien bersivdan û ew hatien pûç kirin û behsa ti ziyaneke madî yan giyanê nehat kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê got, "Aştî wê bi rengekî aştiyane bê bersivandin û eger ew bombebaranê bidomînin, em ê jî dewam bikin. Eger rûnên û êdî guleyan nebarînin, wê rewş aram bibe. "

XS
SM
MD
LG