Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Ketiye Gumanan ku Firokên Rûsî Sînorên Wê Derbaz Kirine


Dîmeneke Helsinki, paytexta Fînlandîya (arşîv).
Dîmeneke Helsinki, paytexta Fînlandîya (arşîv).

Ewlekarîya Sînorê Fînlandîya îro Înê ragihand ku guman çêbûne ku 4 firokên leşkerî yên Rûsî, 10’ê Hezîranê ketine qada esmên ya welêt.

Wezareta Berevanî ya Fînlandîya roja Duşemê dîyar kiribû ku guman çêbûne firokeke Rûsî serê sibê bi qasî du deqîqeyan li esmanê welêt maye.

Li gor ragihandina Ewlekarîya Sînorê, Fînlandîya bi pêşveçûna vekolînê hin sedem çêbûne ku ew bikevin gumanan ku 3 firokên din yên Rûsî jî sînorên wê derbaz kirine.

Wezareta Berevanî ya Fînlandîya dîyar dike ku li gor gumanan ji firokên Rûsî 2 yên bombebaranê ne û 2 jî yên cengê ne.

Wê wezaretê herî dawî Tebaxa 2022yan piştrast kiribû ku firokên Rûsî sînorên Fînlandîya derbaz kirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG