Wezîrê Derve yê Fînlandîya Pekka Haavisto got ku ewê di hilbijartinên serokomarîyê yên 2014’an de bibe berbijar.
Endamê Parîtya Kesk Haavisto, di sala 2012 û 2018’an de jî hewil dabû ku bibe serokê dewletê, lê bi ser neketibû.
‘’Di demên dawî de gelek Fînlandîyên ji alîyên cuda bi min re peywendî çêkirin û xwestin ku ez di hilbijartinên serokomarîyê yên serê salê de bibim berbijar.’’
Anketa Rojnameya Helsingin Sanomat ya meha borî nîşan dabû ku 36 ji sedê Fînlandîyan dixwazin ku Haavisto bibe serokomar û berbijarê din Olli Rehin, ku serokê Banka Navendî ya Fînlandî ye, 31 ji sedê dengan sitandibû.
Hikûmeta çep û navendî ya ku Haavisto jî tê de ye, di meha Nîsanê de hilbijartina parlamanê hinda kiribû.
Çaverê ye Haavisto di dawîya Hezîranê re ji wezîrîya derve vekişe.
Li ber e gera yekê ya hilbijartinên serokomarîya Fînlandîya di 28’ê Rêbendanê de çêbe û ger ti ji berbijar 50 ji sedê pirtir deng nestîne di 11’ê Sibatê du berbijarên li pêş wê herin gera duyê.
Jêder: Reuters