Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Ser Derbazkirina Qada Esmanî Hişyarî Dide Balyozxaneya Rûsî


Tixubê Fînland û Rûsya
Tixubê Fînland û Rûsya

Wezareta Derve ya Fînlandîya îro Duşemê ragihand ku ji balyozê Rûsya hatiye xwestin ku ser binpêkirina qada esmanî ya Fînlandîya ya 7’ê Sibatê zelalkirinekê bide.

Li gor ragihandina wezaretê binpêkirina gumanbar li ser li Kendava Fînlandîya, li rojavayê Hanko çêbûye.

Wezareta Derve dibêje ku tê guman kirin ku firokeke Rûsî li qada esmên ya Fînlndîya çend deqeyan firîye.

Wezaretê ragihand ku Sazîya Berevanîya Sînorê Fînlandîya ser bûyerê vekolînê dike û ewê di rojên pêş de zêdetir agahîyan bide.

Hêjayî bîrxistnê ye ku Fînlandîya û Swêd piştî Rûsya Sibata 2022'yan dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû serî li NATO dabûn û bûbûn endamên hevpeymanîyê.

XS
SM
MD
LG