Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd û Fînlandîya Dixwazin YE Dijî Rûsya Zêdetir Toleyan Ragihîne


Wezîra Derve ya Fînlandiya û hevtayê wê yê Swêdî Tobias Billström.
Wezîra Derve ya Fînlandiya û hevtayê wê yê Swêdî Tobias Billström.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Sêşemê got ku divê Yekîtîya Ewrupa (YE) toleyên dijî Rûsya zêdetir bike.

Billstrom di preskonferansekê de, ku bi hevtaya xwe ya Fînlandî Elina Valtonen re li dar xist, dîyar kir ku Fînlandîya û Swêd piştî muxalîfê Rûsî Alexei Navalny di girtîgehê de canê xwe ji dest daye, xwestine ku toleyên dijî Rûsya zêdetir bibin.

‘’Em dibînin ku peywendîya mirina Alexei Navalny bi awayekî eşkere bi rêberîya Rûsya re heye û jiber vê jî divê dijî berpirsên vê mirinê tole werin ragihandin.’’

Wî dîyar kir ku ew dixwazin ku toleyên dijî Rûsya werin berfireh kirin û got ku ew dibînin ku tole li ber kanînên Rûsya yên li Ukrayna digire.

Billstrom got ku Belarûs jibo şerê li Ukrayna pişgirî dide Rûsya û dîyar kir ku ew dixwazin ku dijî wî welatî jî tole werin ragihandin.

Jêder: Rueters

XS
SM
MD
LG