Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fînlandîya 6 Kes di Êrîşeke de Birîndar Bûn, Gumanbar Hate Girtin


Li Turku ya başûrê rojavayê Fînlandîya, zilamekî bi kêrê êrişên kesên li dora xwe kir.

Polîsên Fînlandî ragihand ku wan li şeqê gumanbar xist û ew desteser kir û ew aniha li pirtir gumanbaran digerin.

Rojnameyeke xwecîhî dîyar kir ku di êrîşê de 5 ji wan jin, 6 kes birîndar bûn.

Televîzyona Fînlandîya YLE jî da zanîn ku piştî êrîşa li Qada Puutori hin kesên li erdê dirêjkirî, hatine dîtin.

Polîs bang li xwecihên Turku kir ku nêzîkî cîhê bûyerê nebin.

Li Firîngeha Helsînkî û îstasyonên trenê jî tedbîrên ewlekarîyê hatin berfirehtir kirin.

Serokwezîrê Fînlandîya Juha Sipila dîyar kir ku hikûmet operasyona ku didome ji nêz ve dişopîne. Sipila da zanîn ku ewê îro civîneke demûdest li dar xînin.

Hate niha nayê zanîn ku êrîş jiber çi hatîye li dar xistin.

XS
SM
MD
LG