Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Wê ji Amerîka Hin Çekên Din Bikire


Karbidestên Fînlandîya û Amerîka ser bazareke din ya çekan li hev kirin.

Bi bazara dawî re Fînlandîya di mehekê de cara duduyan ji Amerîka çekan dikire.

Fînlandîya, piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir giranî da ser budçeya bo berevanîyê.

Rûsya di dawîya Sibatê re dest bi dagirkirina Ukrayna kir ku ji wê çaxê vir ve hikûmeta Fînlandîya bo çekan û kelûpelên din yên berevanîyê 1,7 mîlyar euro (1,76 mîlyar dolar) veqetandiye.

Berpirsên Fînlandî dîyar dikin ku ewê piranîya budçeyê jibo çekên Amerîkî xerc bikin.

Karbidestên Amerîkî jî dibêjin ku muşekên taktîkî yên AIM 9X Block II û çekên AGM-154 Joint Stand Off wê berevanîya Fînlandîya xurt bikin.

Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endama wê hevbendîyê.

XS
SM
MD
LG