Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şewata Dêra Qiptîyan da li Qahîreyê 41 Kes Mirin

Zêdetirî 40 kes mirin di şewata roja Yekşemê li dêra Kiristiyanên Kiptî da derketî li taxek paytextê Misrê Qahîreyê rayedarên dêrê ragihandin.

Şewatê ji ber sedemên nediyar dest pê kir li dêra Ebû Sifîne ya li bakurê rojavayê paytextî li taxê karker û xebatkaran ya Îmbabayê.

Serok Ebdulfetah Sîsî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand û got: "Min hemû xizmetguzariyên dewletê seferber kirine da ku hemû bergirî bihên girtin."

Paşî xizmetên agirkujiyê gotin ku şewat hatiye kontrolkirin.
Dêra Kiptî ya Misirê li ser zarê "çavkaniyên Wezareta Saxlemîyê" di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kirî ragihand ku , "41 mirine û 14 kes jî birîndar bûne".

Serdozgeriyê da zanîn ku ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêkolîn hatiye vekirin û ekîb şandine cihê bûyerê.

Kiptî civaka herî mezin ya Kiristiyanên li Rojhilata Navîn e, ku ji 103 mîlyon xelkê Misrê herî kêm 10 mîlyon Krîstîyanên Kiptî ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG