Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firîngeha Hong Kongê Dijî Protestoyan Tedbîrên Nû Distîne


Li Firîngeha Hong Kongê, ku bûbû cîhê pevçûnên xwepêşandaner û polîsan, firîn jinûve destpê kirin.

Rêvebirîya firîngehê dîyar kir ku bi biryareke dadgehê ya demkî rê li ber xwepêşandeneran hatiye girtin ku nekevin hin qadên firîngehê.

Bi biryara nû dê tenê li hîn cîhan dîyar protesto li dar kevin û kesên pasaport û bilêtên xwe raber nekin dê nikaribin bikevin hindurê firîngehê.

Firîngeha Hong Kongê yek ji firîngehên herî mezin yên cîhanê ye û her sal bi qasî 75,000,000 rêwî ji wir difirin.

Ji roja Înê vir ve xwepêşandaner her roj dijî rêvebirîyê protestoyan li dar dixin.

Jiber protestoyan, roja Duşemê bi sedan firîn hatibûn betal kirin.

XS
SM
MD
LG