Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Firîngeha Kabulê Herî Kêm 5 Kes Hatine Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li firîngeha Kabul ya paytexta Afganistanê bi kêmî ve 5 kes hatine kuştin.

Reutersê ragihand ku ew kuştin dema ku bi sedan kesên li firîngehê hewil dane bi zorê li firokan siwar bibin, çêbûne.

Wê ajansê dîyar kir ku hîn ne zelal e ku ew kuştin bi guleyan yan bi geremolê çêbûne.

Karbidestekî Amerîka dabû zanîn ku leşkerên Amerîkî bo qelebalixê belav bikin ber bi esmên ve gule teqandine.

Berpirsên li Afganistanê ser wan kuştinan hîn ti şirove nekirine.

XS
SM
MD
LG