Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Firokên Tirkîyê li Dora Kobanê Êrîşên Esmanî li Dar Dixin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku firokên şer yên Tirkîyê êrîşên xwe yên li dora Kobanê didomînin.

SOHR da zanîn ku Tirkîyê li herêmê 3 êrîşên esmanî li dar xistine.

Li gor ragihandina SOHR’ê firokên şer êrîş birine ser navenda avê ya li gundê Şêx Fukanê yê li rojavayê Kobanê û ew navend pûç kiriye.

SOHR dîyar kir ku êrîşên Tirkîyê yên li dora Bendava Tişrînê bi awayekî fikarçêker zêde bûne.

Jêderên SOHR’ê dibêijin ku droneke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li nêzî Bendava Tişrînê êrîş biriye ser komên bi piştgirîya Tirkîyê.

Ew jêder didin zanîn ku di êrîşa HSD’ê de ji komên bi piştgirîya Tirkîyê 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Di pevçûnan de 1 şervanê HSD’ê hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Pevçûnên HSD’ê û komên bi piştgirîya Tirkîyê ji ketina Beşar Esad ya meha Berfanbarê vir ve zêde bûne.

SOHR dide zanîn ku di wan pevçûnan de 568 kes hatine kuştin û ji wan 55 sîvîl in.

Raporên SOHR’ê nîşan didin ku mîlîsên bi piştgirîya Tirkîyê 427 û ji HSD û komên girêdayê wê 86 kes hatine kuştin.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG